1. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye belkî ji kobaniyê be, min dengê wî di bernameyeka arta fm de seh kir cara ewil. hemû stranan xweş dibêje, lê strana ay delal heta ji mihemed arifê cizîrî jî xweştir dibêje. yek ji wan stranbêjan e ku stranên xwe ji dil dibêje û dema distire bişirîneke şirîn li ser dev û lêhvan konê xwe vedide. |
|
30.07.2016 16:18 ~16:21 |
endazer
|
2. Sefqan Orkêş ji nêz ve wî nas dikim, Hunermend û awazsaz e, di sala 1976an de li Amûdê ji dayik bûye. Wî li Zanîngeha Helebê beşê dîrokê xwendiye, niha jî weke alîkarê Serkar di ARTA FM li Aûmdê kar dike. Wî û birayê xwe Şeyda û çend hevalên wan komeke bi navê koma Orkêş ava kirine û yekm kaset ji 8 stranan li bajarê Helebê li Stûdyoya Şîyar Agirî tomar kirine, vê dawîyê di rêya Arta Fm re di sosyalmedya de gelekî çalak e. |
|
07.05.2020 21:29 |
mesûd hemo
|
3. Divê ev mijar wek " Mamoste Sefqan Orkêş" hatiba diristkirin ji ber ko hunermendek pir serkeftî û xwedî dengek xweşe. Sala 1976 de li Amûdê ji dayik bûye ji ber vê yekê gava ko hûn li wî gûhdarbin ê hawarên xortên ko li "Cinema Amûdê" hatin şewitandin bibihîsin. Wekî dîn xwedî dengek pir zelal û xweşe. Gava ko hûn sitranên wî gûhdarbin ê zivistana we bibe havîn. Heta niha 2 albumên wî hatîye weşandin: |
|
30.08.2020 19:36 |
pîroz
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |